1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Girê Berazan 12 gorên zarokan hatin dîtin

Li Girê Berazan 12 gorên zarokan hatin dîtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tîmeke şûnwarnasan li bajarê Mereşê ya Başûrê Kurdistanê 2 gorên 7 hezar û 600 salî dîtin.

Li Girê Berazan di du gorên cuda de hestî û îskeletên mirovan hatin dîtin. Yek ji wan ê zarokekî û yê din jî yê pitikekê ye. Tê texmînkirin ku dîroka wan vedigere heta 7 hezar û 600 sal berî niha. Serokê Tîma Kolandinê Prof. Dr. Halil Tekin li ser mijarê got: “Tevî tiştekî wekî kuna kilîdê, li kêleka bingehê avahiyekê me du gor dîtin. Yek yê zarokekî e û yê din jî yê pitikekê ye. Ev ji bo me surprîzek bû. Ji ber ku li Girê Berazan gor pir kêm tên dîtin.” Di salên borî de ji aliyên tîmên cuda ve li navçeyê nêzîkî 50 skelet hatine dîtin. Ji wê derê re “Çala Mirinê” tê gotin.

“Me pêşbînî dikir”

Serokê Tîma Kolandinê Prof. Dr. Halil Tekin her wiha da zanîn: “Di dawiya serdema Neolîtîk de, li başûrê Çiyayên Torosê di erdnîgariyeke ku ber bi Mûsilê ve berfireh dibe, nerîteke mîmarî ya balkêş tê dîtin. Hemşêweyên van pêkhateyan berê jî di salên 1930an de li taxa Til Arpaciyaha Mûsilê hatin dîtin. Li wê derê di nav bazineyekê de 12 gorên zarokan hatibûn dîtin. Tê wateya ku peywendiya qadên wiha yên jiyanê bi îskelet û goran re heye. Ji xwe piştî wê ji ber ezmûna li Mûsilê, me ew cih parastin. Me pêşbînî dikir ku dê tekez goreke zarokan derkeve û em şaş nebûn.” Ev gir wekî yek ji cihên herî berfireh ên niştehcihbûnê yên serdema Neolîtîk tê naskirin. Tê pêşbînîkirin ku beriya niha bi 9 hezar salan mirov cara yekemîn li vî girî niştecih bûne.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Girê Berazan 12 gorên zarokan hatin dîtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri