Balafirên şêr ên Tirkiyeyê li hemberî Bakurê Suriyeyê û Herema Kurdistana Federal a Iraqê êrîşek pêk anîn.
Wezareta Parastinê ya Netewî bi daxuyanekî operasyona hewayî piştrast kir û daxuyand ku balafirên şer di çarçoveya oparsyona ‘Pençe-Şûr’ de li hemberî hin armancan êrîşek pêk aniye.
Li gor agahiyên ji ajansan hatine wergirtin, balafirên Tirkiyeyê şevêdin li deverên Bakûrê Sûriyeyê yên wekî Kobanê, Eyn Îsa, Dêrik, Dirbêsiyê, Zirganê, Girê Spî û Tel Rifatê bombebaran kiriye.
Her wiha di çarçoveya heman operasyonê de hat ragihandin ku balafirên Tirkiyeyê, li Herema Kurdistanê li hemberî hin deverên Çiyayê Qendîl, Asos û Biradostê hemwextî êrîşek pêk anîne. (Ji ajansan)
Serhat News
(lg)