Li hemberî buroya hilbijartinê ya CHP’ê êrîş

featured
Rûdaw
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Seroka Rêxistina CHP’ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu diyar kir ku buroya wan ya hilbijartinê ku li Taxa Ornek ya navçeya Ataşehîr a Stenbolê vekirine rastî êrîşeke çekdarî hatiye.

Serokê Rêxistina Partiya Komarî a Gel (CHP) ya Stenbolê Canan Kaftancioglu bi ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku êrişek çekdarî li dijî avahiya buroya hilbijartinê ya partiya wan a li Taxa Ornek ya navçeya Ataşehîr a Stenbolê pêkhatiye û 3 gule li avahiyê ketine.

Kaftancioglu ku wêneyên derbarê bûyerê de jî parvekirine, ev peyame daye: “Ya ku cesaretê dide û mercên wê yekê çêkiriye ku sê guleyan berdin avahiya nûnertiya me ya li Taxa Ornekê ya Ataşehîrê, tirs û ferasta siyaseta kesên li ser desthilatdariyê ne. Em natirsin lê bi min hûn bitirsin. Gelek tiştên ku hûn jê bitirsin hene.”

Her wiha kaftancioglu daxwaz kir êrişkar werin cezakirin û wiha gotiye: “Yê êriş kirî, yên ku handayîn û ev şert û merc avakirin e berpirsê vê êrişê ne û ez aliyên peywendîdar vedixwînim ku demildest berpirsên vê êrişê bibîne. Piştî 14’ê Gulanê AKP jî di nav de dê li dijî tu partiyeke siyasî rewşeke wiha çênebe .”

Hêjayî gotinê ye ku di vê pêvajoyê de heta niha ev bû cara duyemîn ku li hemberî avahiyên CHP’ê êrîşên çekdarî têne lidarxistin. (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hemberî buroya hilbijartinê ya CHP’ê êrîş

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *