Wan jî di nav de li 13 bajaran li hemberî rêxistina TJA’yê û Meclîsa Jinan ya HDP’ê ji aliyê hêzên ewlekariyêve operasyonek hate lidarxistin. Di encama operasyonê de 13 jin hatin desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) li 13 bajaran operasyonek hemwext pêk anî.
Di encama operasyonê de li Wan, Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê hêzên ewlekariyê di 57 navnîşanan de lêgerîn pêk anî û 14 aktivîstên jin desteser kir.
Herwiha tê gotin ku serdozgeriyê derbarê 50 jinan de biryara desteserkirinê daye û weheye operasyon berfirehtir bibe.
Hate hînbûn ku, derbarê lêpirsîna ku biryara nepeniyê hatiye dayîn de ji parêzeran re tu agahî nayên dayîn. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)