1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li hemberî rêxistinên jinan operasyon: 14 kes hatin desteserkirin

Li hemberî rêxistinên jinan operasyon: 14 kes hatin desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Wan jî di nav de li 13 bajaran li hemberî rêxistina TJA’yê û Meclîsa Jinan ya HDP’ê ji aliyê hêzên ewlekariyêve operasyonek hate lidarxistin. Di encama operasyonê de 13 jin hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratik a Gelan (HDP) li 13 bajaran operasyonek hemwext pêk anî.

Di encama operasyonê de li Wan, Mûş, Mêrdîn, Stenbol, Amed, Edene, Sêrt, Agirî, Îzmîr, Riha, Mêrsîn, Dîlok û Şirnexê hêzên ewlekariyê di 57 navnîşanan de lêgerîn pêk anî û 14 aktivîstên jin desteser kir.

Herwiha tê gotin ku serdozgeriyê derbarê 50 jinan de biryara desteserkirinê daye û weheye operasyon berfirehtir bibe.

Hate hînbûn ku, derbarê lêpirsîna ku biryara nepeniyê hatiye dayîn de ji parêzeran re tu agahî nayên dayîn. (MA Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hemberî rêxistinên jinan operasyon: 14 kes hatin desteserkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri