Li hemberî rojnameger, hunermend û parêzeran operasyon: Herî kêm 150 kes hatine desteserkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di encama operasyoneke ku navenda wê Amed e, li gelek bajaran polîsan bi ser malan de girtin. Di encama operasyonê de rojnamevan, hunermend û parêzer jî di nav de, herî kêm 150 kes hatin desteserkirin.

Di lêgerînên malan de polîsan dest danîn ser hinek pirtûk û materyalên dijîtal. Di serdegirtinên malan de edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Adurrahman Gok, nûçegihanê ajansê Ahmet Kanbal, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Osman Akin, Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen, Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê Halîse Dakali, parêzer Ozum Vurgun, Bunyamin Şeker, Berdan Acun, Pîrozhan Karali, şêwirmenda çapemeniyê yê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz a bi navê Sezen Mercan, Ji Şanoya Bajar a Amedê Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş û Elvan Koçer Yildirim û gelek siyasetmedar hatine desteserkirin.

Xwediyê Îmtiyazê yê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ferhat Çelîk ji ber ku li navnîşana ku polîsan bi ser de girtine nebûye, nehatiye desteserkirin. Lêgerîna li gelek navnîşanan didome.

Her weha polîsan bi ser Komeleya OHDyê de jî girtine û gelek parêzer desteserkirine.

Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tayîp Temel li ser hesaba xwe ya medyaya civakî bertek nîşan daye û wiha gotiye: “Di erefeya hilbijartinê de desthilatê ji ber tirsa windakirinê, dîsa serî li operasyonên desteserkirinê daye. Di nav de endamên MYK’a partiya me, cîgirên hevserokan, rojnameger, hunermend û parêzer jî, bi dehan hevalên me li Amedê hatin desteserkirin.”

Cîgirê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr diyar kiriye ku li ser fermana Serdozgerê Komarê herî kêm 150 kes hatine desteserkirin û ev agahî parve kiriye: “Operasyon hêj berdewam e. Binçavkirin hêjn didomin. Lêgerînên li buroyên gelek hevalên me berdewam in. Heta niha jî têkildarî sedema serdegirtinan tu agahî nehatine diyarkirin. Sedemekê ku ji me re hatiye gotin tune ye. Operasyonl i dijî komên pîşeyî hatiye kirin. Di nav de hunermend, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û parêzer jî hene. Lêpirsîneke giştî ye.”

Li Rihayê 4 kes hatin desteserkirin

Di encama serdegirtinên li Rihayê de jî herî kêm 4 kes hatine desteserkirin. Di serdegirtinên li Sêweregê de endamê OHDê parêzer Metîn Ozbadem û siyasetmedar Halîl Delen, Havva Bîldîk û Habat Mîmkara hatin desteserkirin. Di çarçoveya heman dosyayê de li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê jî bi ser gelek malan de hate girtin û diyar bûye ku li wan navçeyan jî desteserkirin hene.

OHD’ê daxuyanî da

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî têkildarî mijarê li ser hesaba xwe yê medyaya civakî ragihandiye ku li bajarên Amed, Êlih û Rihayê rojnameger, siyasetmedar û welatî hatine desteserkirin û weha gotiye: “Îro di danê sibehê di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Amedê de bi ser malên gelek endamên me de hate girtin. Lêgerînên li avahiya komeleya me didome. Em ê li dijî vê operasyona siyasî ya di dema hilbijartinê de li dijî komele û endamên me hatiye kirin bêdeng nebin! Di çarçoveya heman dosyayê de li gel endamên me, her wiha li Amed, Êlih û Rihayê jî rojnameger, siyasetmedar, hunermend û welatî hatine binçavkirin. Em ê li dijî vê operasyona siyasî ya li dijî komeleya me û saziyên din ên demokratîk hatiye kirin bêdeng nebin! Derheqê endam û miwekîlên me yên hatine binçavkirin de ji bo 24 saetan biryara bisînorkirina hevdîtinê hatiye dayîn. Operasyonên siyasî, bisînorkirinên nerewa û zext dê nekarin me têk bibin. Parastein dê bêdeng nebe! Em ê li gel endam, hempîşe û miwekîlên xwe bin!”

Baroya Amedê bertek nîşanê operasyonê da

Baroya Amedê jî bertek nîşanî desteserkirina daye û wiha gotiye: “Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de û biryara lêgerîn û desteserkirinê ya 3emîn Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Amedê de îro di danê sibehê bi ser malên endamên buroya me, rojnameger û mafparêzan de hatiye girtin û desteserkirin û girtin çêbûne.”  

‘Mafên bingehîn têne binpêkirin’

“Bi awayekî pir keyfî mafên bingehîn û azadiyan binpê dikin, di serî de parêzer, mafparêz û rêxistinên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl hedef tên girtin, rastî gefên cezakirinê tên. Tê dîtin ku tevdîrên parastinê yên weke girtin û binçavkirinê li dijî parastvanên mafan bi awayekî pir bêwate, nebikêr, bêperwa û xerab tê bikaranîn. Her wiha biryara qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye dayîn û ji bo dosyayê jî biryara nepeniyê hatiye dayîn. Divê têkildarî sedema binçavkirinan di zûtirin demê de bê eşkerekirin. Divê tavilê dawî li van sepanên derhiqûqî ku mafên azadî û ewlehiyê binpê dikin ên li dijî hempîşeyên me, rojnameger û parastvanên mafan bînin û wan berdin.” (Bîanet)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li hemberî rojnameger, hunermend û parêzeran operasyon: Herî kêm 150 kes hatine desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *