1. Haberler
  2. Cihan
  3. Li Hîndistanê şerê eşîran: Heta niha 110 kes hatine kuştin

Li Hîndistanê şerê eşîran: Heta niha 110 kes hatine kuştin

featured
Reuters
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Eyaleta Manîpûr a Hîndistanê koma etnîkî ya bi navê Meîteî ji ber ku navê wan di nava “Kategoriya Eşîran” de nehatiye diyarkirin, dest bi şer kirine. Hat ragihandin ku di encama bûyeran de heta niha 110 kes hatine kuştin.

Li gor nûçeya Hindustan Times, li bajaroka Agijang ya bi ser Eyaleta Manipur ya Hîndîstanê, koma etnîkî ya bi navê Meitei jiber ku, navê wan di nava katagoriya eşîran de nehatiye nivîsandin dest bi şer kirine.

Polîsê herêmê ragihandiye, di şer de 9 kes mirine û 10 kes jî birîndar bûne û her wiha heta niha jî di encama van pevçûnan de 110 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Serokê Polîsan yê herêmê K Shivakanta Singh, destnîşan kir ku hêzên ewlekariyê yên ji herêmê re hatine şandin, bûyer xistine bin kontrolê û birîndar rakirine nexweşxaneyê.

Li Hîndistanê şerê eşîran: Heta niha 110 kes hatine kuştin - Li Hindistane sere esiran Heta niha 110 kes hatine kustin1

Li gor agihayên fermî yên hikûmeta eyelatê di encama bûyerên tundî yên li Manîpûrê de heta niha zêdetirê 47 hezar welatî koçber bûne û bi sedan mal jî hatine şewitandin.

“Fermana kuştinê” dane leşkeran

Koma Meîteî ku ji sedî 53 nifûsê eyaletê pêk tîne, bi hinceta ku navê wan di nava “Kategoriya Eşîran” de nehatiye diyarkirin çalakiyan lidar dixin. Tevî Meîteîyan, Koma Kukiyan ên ji sedî 30’ê nifûsa eyaletê pêk tîne û hin komên din jî îtîrazê li vê rewşê dikin û ev jî dibe sedema gengeşiyan.

Li Hîndîstanê bûyeran di 3’ê Gulanê de dest pê kiri bû û di 4’ê Gulanê de jî ji leşkeran re “Fermana kuştinê” hate dayîn.

Hêjayî gotinê ye, li Hîndîstanê komên ku di nava “Kategoriya Eşîran” de cih digirin, dikarin ji xwe re nûnerên siyasî diyar bikin, di dibistanan de dibin xwedî kota û bibin karmend.

Meîteîyên, ku li gor zagonan destur nayê dayîn ew li herêmên çiyayî bicih bin, îdîa dikin, ji ber nifûsê zêde yên koçberên ji Bandgladeş û Myanmarê hatine, rastî zehmetiyan tên.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Hîndistanê şerê eşîran: Heta niha 110 kes hatine kuştin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *