Li Îranê yek ji Mahabadê 4 welatiyên Kurd li Girtîgeha Lakanê hatine darvekirin
Li gor agahiyên ji Navenda Mafê Mirovan a Hengawê hatine wertgirtin, du roj beriya niha 4 welatiyên Kurd li Girtîgeha Lekan ya li bajarê Reşît ku dikeve Bakûrê Îranê ji aliyê rejîmê ve hatine darvekirin.
Hengawê ragihandiye ku ji van welatiyan Celaledddîn Rahîmîan ê 23 salî ji bajarê Mahabadê ye, lê navên welatiyên din eşkere nekiriye.
Navendê destnîşan kiriye, cezayê darvekirinê ji ber tewanbariyên ‘Hişbir’ û ‘Kuştina mirovan’ li van welatiyan hatiye birîn.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver