Li Îranê ku ev çend mehin çalakiyên nerazîbûnê berdewam dikin, hate ragihandin ku 8 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine revandin.
Navenda Mafê Mirovan a Hengawê ragihandiye ku li Îranê çalakiyên nerazîbûnê cardin destpê kiriye û bi avayekî berfirehî berdewam dike.
Hengawê, her wiha destnîşan kiriye ku, di nava du rojên derbasbûyî de li Îranê 8 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine revandin û temenê van kesan di navbera 18 û 30 salane.
Hate zanîn ku, piraniya kesên hatine revandin şêniyên bajarê Îlamê ne. (Kurdistan TV)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver