Li Îranê 9 welatiyên Kurd di dema çalakiyan de hatine desteserkirin.
Piştî kuştina Jîna Mehsa Amînî, li Îranê çalakiyên şermezarkirine tevahiya welat bê navber berdewam dikin. Li gor agahiyên ji Navenda Mafê Mirovan a Hengawê hatine wergirtin, di dema van çalakiyan de hêzên rejîma Îranê êrîş biriye ser çalakvanan û di encamê de herî kêm 9 welatî hatine desteserkirin.
Her wiha hat hînbûn ku li Sine û Serdeştê jî 2 çalakvanên Kurd ji roja yekşemê ve hatine desteserkirin û heta niha derbarê çarenivîsa wan de tu agahî nehatine bidestxistin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver