1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Îranê çalakî bê navber berdewam dikin

Li Îranê çalakî bê navber berdewam dikin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarên Sine, Reşt, Meşhed û Qumê hejmarek zêde welatî daketin qadan û bi dirûşmeyên ‘jin, jiyan, azadî`çalakî lidarxistin. Di dema çalakiyan de, di navbera hêzên Îranê û çalakgeran de pevçûn derketin.

Li Îranê, çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Mehsa Amînî destpêkiribûn, bê navber berdewam dikin.

Rûdawê, ragihandiye ku li bajare Qumê ya li başûrê Tehranê, polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî çalakgeran kir. Di çalakiyên li bajarê Rişte ya li bakûrê Îranê ji çalakgeran cade ji trafîkê re girtin û bi dirûşmeyan bertekên xwe anîn ziman. Her wiha li Meşed, Sine û Tehranê jî bi heman rengî çalakî hatine lidarxistin.

Li gor daneyên nefermî, di çalakiyan heta niha herî kêm 71 welatî ji aliyê hêzên rejîma îslamî yên Îranê ve hatine qetilkirin. Her wiha li tevahiya welat ji destpêka çalakiyan heta niha nêzî 2 hezar û 500 kes hatine desteserkirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê çalakî bê navber berdewam dikin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *