1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê berdewam in

Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê berdewam in

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê çalakiyên piştî kuştina Jîna Mehsa Amînî destpêkiribûn, di hefteya çaran de berdewam dikin. Hat ragihandin ku nemaze li li bajarê Sine rewş aloz e û şevêdin li gelek deverên bajêr dengê teqemeniyan tê bihistin.

Rûdawê ragihandiye ku li ser cadeyan agir dibare û dûyê reş li esman belav bûye. Lê li beşeke din ê bajêr, xelk nerazîbûna xwe bi şahî û gotina strana “Ez Kurd im” tînin ziman.

Di hefteya çarem a xwepêşandanan de, heta niha herî kêm 30 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin. Rêxistina Mafên Mirov a Îranê diyar kir ku 19 jê zarok bi giştî heta niha 185 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Li bajarê Eselûye yê bi ser Eyaleta Buşehrê ku dikeve başûrê welat jî karmend û karkerên parzûngeha (rafinerî) herî mezin a petrolê ya li Îranê xwepêşandan kirin, rê girtin û silogan dijî Rêberê Îranê berz kirin.

Her wiha, li Zanîngeha Emîr Kebîr ya Tehranê greva xwendekaran berdewam e.

Hêjayî gotinê ye ku, ji ber xirabî û qutbûna internetê, agahiyên zelal ji rewşa çalakvanan nayên wergirtin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê çalakiyên nerazîbûnê berdewam in
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *