Hat ragihandin ku li Îranê 2 zarokên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin.
Li gor agahiyên ji Rêxistina Mafê Mirovan a Hengawê hatine wergirtin, bûyer şevêdin li bajarê Mêrîvanê qewimî.
Hat destnîşankirin, wesayîta Hadi û Metîn Raşêdimeniş ku birayê hevin, li ser rêya Xoremabadê rastî êrîşa hêzên rejîma Îranê hatine û li vir jiyana xwe ji dest dane.
Hate dîyarkirin ku dayîk û bavê herdû zarokan jî beriya niha hatine girtin û niha di girtîgehê de têne ragirtin.
Hêjayî gotinê ye ku, li Îranê, welatiyên Kurd rastî zextên Rejîma Komara Îslamî ya Îranê tên û gelek Kurd ji aliyê vê rejîmê ve têne darvekirin.
Serhat News
(lg)