1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Îranê ev 14 rojin çalakî bênavber berdewam dikin

Li Îranê ev 14 rojin çalakî bênavber berdewam dikin

featured
WÊNE: RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî qetilkirina jina Kurd a bi navê Jîna Mehsa Amînî ji aliyê rejîma Îranê ve, ev 14 rojin li vî welatî bê navber çalakîyên şermezarkirinê tên lidarxistin. Tevî vê, li ser banga Navenda Hevkariya Partiyên Kurd yên li Îranê,  îro li dijî bombebarankirina baregehên partiyan li Herema Kurdistanê greva giştî hat kirin.

Li gor nûçeya Rûdawê, li paytext Tehran a Îranê û her wiha li bajarên wekî Seqiz, Sine, Meşhed, Kerec, Kirman, Tewrêz, Erdebîl, Lahîcan, Dizfûl, Abadan çend cihên din çalakî hatin lidarxistin û rejîma komara îslamî ya Îranê hate şermezarkirin.

Her wiha, li ser banga Navenda Hevkariya Partiyên Kurd yên Îranê, greveke giştî hatiye lidarxistin. Piştî banga grevê, Rêxistina Kurdistanî ya Partiya Komunîst a Îranê, Partiya Azadiya Kurdistanê, Partiya Serbestiya Kurdistanê, Partiya Serxwebûna Kurdistanê yên Îranê û bi dehan rêxistinên din  piştevaniya xwe ji vê daxwazê re ragihandine.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê ev 14 rojin çalakî bênavber berdewam dikin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *