Hate ragihandin ku li Îranê di nava 10 rojên dawî de li hemberî mamosteyên Kurd pêleke girtinê hatiye destpêkirin û heta niha hejmarek zêde mamoste hatine girtin.
Navenda Mafên Mirovan ya Hengawê ragihandiye ku zextên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd her ku diçe zêdetir dibin.
Hengawê destnîşan kiriye ku di van rojên dawî de rejîma Komara Îslamî ya Îranê li hemberî Mamoste û Çalakvanên Kurd operasyonek daye destpê kirin û di nava 10 rojên dawî de 48 mamosteyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine girtin.
Derbarê hinceta girtina mamoste û rewşa wan ya dawî de navendê heta niha tu agahî parve nekirine.
Serhat News