1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Îranê serhildana gel bi berfirehî berdewam dike

Li Îranê serhildana gel bi berfirehî berdewam dike

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê çalakiyên gel bi avayekî berfirehî bê navber didomin. Bi dehan bajarên vî welatî şevêdin jî gel daket qadan û daxwaza azadiyê kir.

Çalakiyên ku li Îranê piştî qetilkirina Jîna Mehsa Amîniyê dest pê kiribû bê navber didimon. Çalakiyên gel ku di roja 46’an de didome duh li Sinê, Ûrmiye, Kirmaşan, Qesirî Şîrîn, Seqiz, Merîwan, Mehabad, Bokan, Serpêlê, Zehaw, Miyandiwa, Brucirdî û Loristanê bi xwepêşandanên cur bi cur dewam kir.

Ciwanan li gelek taxên bajarê Sineyê agir vêxistin û rê li çûnhatinê girtin. Piştî ku xebera qetilkirina ciwanê bi navê Efşîn Mirwetî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve li Sineyê hat qetilkirin belav bû, gelek welatî li ber nexweşxaneyê li hev kom bûn. Li vir di navbera gel û hêzên rejîmê de pevçûnine dijwar rû dan. Her wiha hat diyarkirin ku hêzên rejîmê avêtine ser malên xwendekarên Zanîngeha Sineyê û herî kêm 8 xwendekar birîndar bûne.

Her wiha duh li gelek bajarên Îranê jî bi hezaran mirov daketin qadan. Li bajarê Zahidanê hêzên rejîma Îranê rasterast çek li xwepêşandêran teqan din. Li gor agahiyên bi dest ketine, li Zahidanê 2 jê zarok 3 kes hatine qetilkirin û 45 kes jî birîndar bûne. Li Tehran, Erak, Tonkabon, Amûl, Babol, Serewan û Êranşarê jî xwepêşandan rû dan.

Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di şoreşa gel a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de 34 jê zarok û 253 kes hatine qetilkirin.

Serhat News

(lg)

Jêder: MA Kurdî

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê serhildana gel bi berfirehî berdewam dike
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *