Li bajarên Mereş û Meletiyê erdhej çêbûn. Erdhej li herêmê bûye sedema metirsiyê.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, li bajarên Mereş û Meletiyê du erdhej çêbûne.
Li gor AFAD’ê, duh bi şev li navçeya Şîro ya ser bi Meletiyê ve di saet 22.46’an de bi hêza 3.5 pileyê Rîxterê erdhejek çêbûye.
AFAD’ê ragihandiye, ku erdhej di kûrahiya 7.42 kîlometriyan de qewimiye.
Îro serê sibê di saet 05:50’an de erdhejek jî li navçeya Goksun a Mereşê çêbûye.
Li gor AFAD’ê, erdheja li Goksunê bi hêza 3 pileyên Rîxter û di kûrahiya 5 kîlometreyan de bûye. (Rûdaw)
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver