Li navçeya Dulkadirogluyê ya Mereşê, zilamekî piştî ku hevjîna xwe û xesûya xwe ya berê kuştin, dawî li jiyana xwe jî anî.
Li Mereşê (Gurgum) kesê bi navê O.K. yê 34 salî bi çek çû mala xesûya xwe ya berê.
Piştre di navbera wî û hevjîna wî ya berê M.O. ya 23 salî de nîqaş derket.
Di encama nîqaşê de O.K. gule li hevjîna xwe ya berê M.O. xwesiya xwe ya berê S.O. ya 60 salî û bûka wan K.O. yê reşand.
Piştî ku O.K. li her sê jinan gule reşand bi heman çekê xwe jî kuşt.
M.O. û S.O. yê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Herwiha tîmên tenduristiyê K.O.yê birin Nexweşxaneya Bajêr a Necip Fazil.
Dermankirina wê li nexweşxaneyê berdewam e. (Rûdaw)
Serhat News