Li Mêrsînê di encama serdagirtina malê de 8 welatî hatin desteserkirin.
Vê sibê li Mêrsînê hêzên girêdayî Midûriyeta Ewlekariyê, bi ser hin navnîşan de girtin û di malan de lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê 8 welatî bi hinceta “Amedekariya çalakiyan dikin” hatin desteserkirin.
Navên kesên hatine desteserkirin ên hatine hibûn ev in; Cafer Adsay, Agît Adsay, Hamdullah Ozen û Mehmet Fatîh Uçankuş.
Hat hînbûn ku kesên hatine desteserkirin, li Midûriyeta Ewlekariyê ya Mêrsînê tê ragirtin. (MA Kurdî)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver