Li navçeya Miksê ya Wanê, hat ragihandin ku di pevçûnekî de cerdevanek birîndar bûye.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin, li herama Xan Yayla ya bi ser navçeya Miks a Wanê, hat hînbûyîn ku, di navbera leşkerên ku derketine operasyonê û PKK’iyan de pevçûn derketiye.
Hat diyarkirin ku , di encama pevçûnê de, li gor agahiyên destpêkê, cerdevanek bi giranî birîndar bûye.
Her wiha hat zanîn ku cerdevanê birîndar rakirine nexweşxaneyê û li heremê jî pevçûn hêj berdewam in.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver