Li Mûş, Tetwan û Geverê agirê Newrozê hate pêxistin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarên herêma Serhedê yên wekî Mûş, Tetwan û Geverê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir.

Li Mûşê pîrozbahî li Îstasyona Garê tê lidarxistin. Walatiyên ku kincên netewî li xwe kirine bi coşek mezin herikîn qadê.

Li Mûş, Tetwan û Geverê agirê Newrozê hate pêxistin - Mus
Mûş

Parlamenterên HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Omer Ocalan dê li ser dikê biaxivin û hunermend Baran Bozyel jî dê bistrê. Her wiha dê dengbêj kilaman bêjin.

Gever

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li ber Stadyûma Yenîşehîrê pîrozbahî bi dirûşmeya “Her der Newroz, her dem azadî” tê lidarxistin. Xelkê Geverê li qadê kom bûn. Ji gundan heta navenda navçeyê xelk diherike qadê. Xelkê Geverê wek her sal bi cil û bergên xwe yên kurdewar reng dane qada Newrozê.

Li Mûş, Tetwan û Geverê agirê Newrozê hate pêxistin - yuksekova newrozu canli haberi sahne2
Gever

Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Saît Dede dê biaxivin û Hîvron jî li ser dikê dê bistrê.

Tetwan

Navendek din a pîrozbahiya Newrozê navçeya Tetwanê ya Bedlîsê ye. Pîrozbahî li Qada Fûarê tê lidarxistin û bi hezaran kes li qadê kom bûne. Xelkê navçeyê ji serê sibehê ve hat qadê. Bi hatina parlamenter û rêveberên HDP’ê re coşa qadê derket asta herî jor. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Mûş, Tetwan û Geverê agirê Newrozê hate pêxistin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *