Li Qersê jiber barîna barana zêde avahiyek hilweşiya û dayîkek, tevî du zarokên xwe di bin avahiyê de ma. Piştî mudaxaleyê cenazeyê dayîk û zarokan, ji avahiya kavilbûyî hatin derxistin.
Li gor agahiyan bûyer li Gundê Hecîmihoya girêdayî navenda Qersê pêk hat. Piştî ku li heremê baran û tavî bi bandor bû, li gund banê avahiyekê tebiqî û dayik Songul Budak a 36 salî, zarokên wê Bedîrhan ê 10 salî û Boranê 8 salî di bin tebeqê de man.
Bi ser bûyerê gundî çûn hewara malbata Burak û agahî dan tîmên hewarçûne. Tevî xebatên tîmen hewarçûyînê, cenazeyên qurbaniyan ji bin avahiya hilweşiyayî hatin derxistin.
Her wiha Sîbel Budak a 12 salî ku ji heman malbatê ye û ji bûyerê birîndar filitîbû, bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê.
Serhat News
(lg)