Li Qoserê di encama şerekî bi çekdarî de welatiyeke 35 salî hate kuştin.
Şevê din li Taxa Firatê ya Qoser a Mêrdînê du kom bi şer çûn. Di şerê ku çek jî hatine bikaranîn de welatiyê bi navê Yilmaz Çokan ê 35 salî bi giranî û ciwaneke din jî sivik birîndar bû.
Piştî şer Çokan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Lê li vir tevî hemû mudaxaleyan jî ew nehate rizgarikin û jiyana xwe ji dest da.
Li aliyê din, dermankirina ciwanê ku sivikî birîndar bûbû jî li nexweşxaneyê berdewam dike.
Derbarê sedema şerê her du koman de tu agahî nehatin bidestxistin.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver