Li Rihayê ji 3 kesên ku hatibûn desteserkirin 2 kes bi hinceta “Alîkarî û endamtiya PKK’ê” hatin girtin.
Midûriyeta Ewlekariya Rihayê daxuyand ku 3 kesên çend roj beriya niha hatibûn desteserkirin, piştî karûbarên fermî derxistine pêşberî dadger.
Hat ragihandin ku di encama darizandinê de ji van 3 kesan 2 kes bi hinceta “Alîkarî û endamtiya PKKê” hatine girtin û ew şandine girtîgehê.
Her wiha kesê din jî bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver