Hat ragihandin ku li navçeya Kaniya Xezala a Rihayê 2 keçikên ji Sûriyê di çoka avê de xeniqîn.
Li gor nûçeya Rûdawê, 2 zarokên keç ên 8 û 11 salî, li Taxa Hurriyetê a bi ser navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ketin nava coka avê û tê de wenda bûn..
Piştî agahdarkirinê, tîmên polîs û tendirûstiyê hatine cihê bûyerê û her du zarok ji nav avê hatine rizgarkirin ji Nexweşxaneyê re hatin veguhestin. Encax, ligel hemû hewldanan her du zarokan li Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan canê xwe ji dest dan.
Cenazeyê her du zarokan bo otopsiyê Saziya Tiba Edlî hatin şandin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver