Li Rihayê di encama êrîşekê de cerdevanek hate kuştin

featured
Cerdevan Raşît Kaya
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê di encama êrîşeke çekdarî de cerdevanek hate kuştin.

Li gor agahiyan li Kolana Mîmar Sînan a Wêranşarê ya Rihayê duh cerdevanê bi navê Raşit Kaya yê 40 salî, di wesayîta xwe de rastî êrîşeke çekdarî hat û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Cenazeyê Kaya bo otopsiyê veguhestin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Hat zanîn Kaya pêştir jî rûbirûyê êrîşeke çekdarî hatiye, lê birîndar nebûye.

Walîtiya Rihayê jî piştî bûyerê daxuyaniyek weşand û da zanîn ku cerdevan Raşit Kaya dema hatiye kuştin ne li ser peywirê bûye.

Walîtiya Rihayê wiha gotiye: “Di encama lêpirsînê de wiha tê nirxandin ku bûyer ne êrîşeke terorî ye û ji ber dijmintiya kesayetî hatiye kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîna dadî hatiye destpêkirin.” (Rûdaw)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Rihayê di encama êrîşekê de cerdevanek hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *