Li Riha di avahiyeke 7 qatî de teqînhek çûbûye. Li gor agahiyên destpêkê di encama teqînê de kesekî jiyana xwe ji dest daye û 5 kes jî birîndar bûne.
Li gor agahiyan li Taxa Bahçelievler Rihayê di kargeheke dibin avahiyeke 7 qatî de ji ber qaza xwezayî teqînek çûbû. Hat ragihandin ku di encam de kesekî jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûne.
Sedema teqîna gaza xwezayî nehatiye zelalkirin û ji ber teqînê zerar gehiştiye avahiyê. Piştî bûyerê hejmareke zêde ya tîmên agirkujiyê û tendirûstiyê çûn cihê teqînê û kesên birîndar bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Heta niha derbarê rewşa tendirûstî ya birîndaran de ti agahiyek nehatiye belavkirin ka rewşa wan baş e yan na. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)