Li navçeya Xelîliyê ya Rihayê 16 çekên otomatik hatin girtin.
Li gor agahiyan, tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Xelîliyê, li ser zanyariyên ku li gundê Xetquruşê yê Xelîliyê, du malbatên ku pirsgirêkên erd di navbera wan de hebûn ji bo şer çekên xwe zêde kirîne operasyonek li dar xist.
Di operasyona ku 103 serbaz û segên mayînan û bombeyan beşdar bûn bi ser 10 malan de hat girtin û di lêgerîna nav malan de 11 kalaşnîkov, 4 çifte, demançeyek û 1411 gule hatin girtin.
Di encama operasyonê de 10 kes hatin desteserkirin û bo Fermandariya Cendirmeyan a Xelîliyê hatin veguhestin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver