Li navçeya Hewagê ya Rihayê jin û mêrek kal ji ber sobeya komirê bi jehrî ketin û jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Sam ê Hewagê (Bozova), Mevlut Karlidag ê 70 salî û hevjîna wî Xanim Karlidag a 66 salî, şev bi dûyê sobeya komirê bi jehrî ketin û jiyana xwe ji dest dan.
Piştî bûyerê bi ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî û ewlehiyê hatin cihê bûyerê.
Ekîban, cenazeyê Mevlut û hevjîna wî Xanimê bo otopsiyê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hewagê re weguhestin.
Cenaze piştî otopsiyê radestî malbatê hatin kirin. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver