1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Rihayê Jiyangehek ji Girê Mîrada kevintirîn hat dîtin

Li Rihayê Jiyangehek ji Girê Mîrada kevintirîn hat dîtin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Di kolandinên arkeolojik ku li Rihayê têne kirin de bermayên ku tê texmînkirin bi qasî 1000 sal beriya Girê Mîrada perestgeha herî kevn a dinyayê hatiye çêkirin, hatin dîtin. Di lêkolîna ku li qada kolandinê hat kirin de qadên niştecihbûna dîrokî derketin holê.

Di kolandinên ku di çarçoveya projeya ‘Girên Kevir’ de hatin kirin de, Girê Mirada ku bi dîroka xwe ya 12 hezar salî li Rihayê weke ‘noqteya sifir’ a dîrokê tê naskirin û di sala 2018’an de di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO’yê de cih girtibû. Lê niha tê texmînkirin ku ji ev destkeftiya dîrokî ya nû ji wê jî kevintir e. Xirbeyên ku di dema kolandinê de derketin û di cîhana arkeolojîk de bû sedema heyecanê, ji bo ku zûrf û mercên zivistanê bandorê li wan neke, ser wan hat nuxumandin.

Doç. Dr. Fatma Şahîn diyar kir ku wan di sala 2021an de li ‘Girên Kevir’ dest bi kolandinê kirine û wiha got:

“Me di sala 2012’an de li herêmê dest bi lêkolîna rûyê erdê kir. Me serdema pandemîk veguherand fersendek û şansê me hebû ku em li vir lêkolînek demdirêj bikin. Lêkolîna me li herêma rojavayê Deşta Haranê pêk hat û me gelek deverên niştecihbûnê yên ku berê nediyar bûn tespît kirin. Piraniya van niştecihan girêdayî serdema poterî û civakên nêçîrvan-berhevkar in. Yek ji van wargehan jî ‘Girên Kevir’ bû. Me di heman salê de dest bi kolandinê kir. Em dikarin bibêjin ku ‘Girên Kevir’ kalikê Girê Mîrada  ye. Li vir me avahiyek mezin dît, bi qasî 16 metre bilindahiya wê, ku di binê kevirê de hatî xemilandin. Di hundirê vê avahiyê de me serê heywanên şewitî dîtin ku li derve hatibûn şewitandin û li hundirê avahiyê bi cih kiribûn. Di nav van serê heywanan de cureyên wekî dewarên kovî, mîh, bizin û xezal hene. Heya niha ceribandina karbon-14 nehatiye kirin, lê li ser materyalên kevirên qijkirî yên ku hatine dîtin, em texmîn dikin ku niştecihbûna li ‘Girên Kevir’ beriya zayînê 10 hezar salî ye, ango 500-1000 sal ji Girê Mirada kevntir e.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Rihayê Jiyangehek ji Girê Mîrada kevintirîn hat dîtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri