1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Şaredariya Artukluya AKP’î de bêrêbazî hatin destpîtkirin

Li Şaredariya Artukluya AKP’î de bêrêbazî hatin destpîtkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Şaredariya Artukluya Mêrdînê ku di destê AKP’ê de ye, di encama lêkolîna Komîsyona Kontrol û Malî ya Şaredariyê de hin bêrêbazî û gendelî hatin destpîtkirin. Piştî vê tespîtê 13 endamên Meclisê yên AKP’yî xwestin Şaredar Abdulkadîr Tutaşi îstifa bike, lê daxwaza wan nehat bicihanîn û van endamên Meclisê daxwaznameyên îstifayê dan.

Komîsyona Kontrola Malî ya Şaredariyê tespît kir ku Şaredarê Artukluyê Abdulkadîr Tutaşi ku ji AKP’ê hatiye hilbijartin, gendelî û bêrêbazî kirine. Tevî vê tespîtê jî tu gav nehatin avêtin. Hema bêje her roj li Serokatiya Bajêr a AKP’ê û Şaredariya AKP’ê ku nîqaş tên kirin, 13 endamên Meclisa Şaredariyê yên AKP’yî xwestin Tutaşi ji ber gendeliyê û bêrêbaziyê îstîfa bike. Di navbera van 13 endamên Meclisê û Serokatiya AKP’a Mêrdînê de nîqaşên zêde hatin kirin.

Ji endamên meclîsê biryara îstifayê

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, hin endamên Meclisê yên AKP’yî beriya niha ji ber gendelî û bêrêbaziya Tutaşi dosyeyek amade kirin û birin Navenda Giştî ya AKP’ê. Piştî dosye hat radestkirin, xwestin ku Navenda AKP’ê û Serokatiya AKP’a Mêrdînê gavan biavêjin lê heta îro tu pêşketin çênebû. Hat zanîn ku serê vê hefteyê van 13 enedamên Meclisê ji ber tu pêşketine di daxwaza wan de çênebûye, biryar girtine ku dê îstîfa bikan.

Di navbera aliyan de nîqaş derketiye

Endamên Meclisê ku daxwaznameyên îstîfayê radestî AKP’a Mêrdînê kirin, di navbera wan û rêveberên AKP’ê de nîqaşên dirêj derketin. Rêveberên AKP’ê xwestin endamên Meclisê daxwaznameyên xwe paş ve bikişînin. Lê belê endamên Meclisê ji bo daxwaznameyên xwe paş ve bikişînin heta 27’ê hezîranê dem dan AKP’ê.

Hat diyarkirin ku , endamên Meclisê yên AKP’yî destnîşan kirine ew ê niha tu daxuyaniyan nadin û dê li benda encama daxwaznameyan bisekinin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Şaredariya Artukluya AKP’î de bêrêbazî hatin destpîtkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *