Hat ragihandin ku li Sêrt û Şirnexê, ji aliyê hêzên cendirmeyan ve bi navê “Eren Dorpêç-27 (Besta-Herekol)” operasyonek hatiye lidarxistin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe li bajarên Sêrt û Şirnexê operasyona bi navê “Eren Dorpêç-27” bi beşdarbûna hezar û 377 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirmeyan û cerdevanan destpê kiriye.
Hêjayî gotinê ku, ji destpêka îsal vir ve, li bajarên Wan, Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend deverên din, operasyonên leşkerî tên lidarxistin û hê jî ev operasyon berdewam in.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver