Li navçeya Misircê, di encama qezayeke trafîkê de 3 jê zarok 10 kes birîndar bûn.
Hat ragihandan ku, qeza li ser rêya Gundê Paloniya bi ser navçeya Misircê ya Sêrtê rû da. Otomobîl û kamyonetek li hev qelibîn û di encamê de 3 zarok bi giştî 10 welatî birîndar bûn.
Piştî ku tîmên hewarçuyînê gihiştin cihê bûyerê birîndar bi ambulansan ji nexweşxaneyê re hatin veguhestin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver