1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Şirnexê 15 welatî hatin girtin

Li Şirnexê 15 welatî hatin girtin

featured
ARŞİV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê 15 welatî ku çent roj beriya niha hatibûn desteserkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin.

Li taxên Cûdî û Nûr ên navçeya Cizîrê, di 9’ê Hezîranê de polîsan bi ser gelek malan de girtibûn. Di encama serdagirtinan de Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Cizîrê Remzî Dadak û welatiyên bi navê Abîdîn Kuçuk, Îbrahîm Şahna, Nasir Şahna, Bezrîhan Dadak, Salih Bekiroglû, Sînan Dalmiş, Mehmet Çagdavul, Metîn Ecevît, Ridvan Şahna, Serkan Çagli, Rûken Acet, Melîke Duran, Muhlîs Dalmiş, Halime Sabar, Hasan Dadak û du kesên ku navên wan nehatin hinbûn, ji aliyê polîsan ve hatibûn desteserkirin.

Piştî îfadeya wan li Midûriyeta Ewlekariyê ya Şirnexê hate wergirtin, her 18 kes îro ji dozgeriyê re hatinşandin.

Dozger, piştî îfadedayînê welatiyê bi navê Abîdîn Kuçuk, Halîme Sabar û kesekî ku navê nehate hînbûn, bi şertê kontrola edlî serbest berda.

Dozger her wiha Rêveberê DBP’a Cizîrê Remzî Dadak û welatiyên bi navê Îbrahîm Şahna, Nasir Şahna, Bezrîhan Dadak, Salih Bekiroglû, Sînan Dalmiş, Mehmet Çagdavul, Metîn Ecevît, Ridvan Şahna, Serkan Çagli, Rûken Acet, Melîke Duran, Muhlîs Dalmiş, Hasan Dadak û 1kesekî ku navê wî nehatiye hînbûn bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Sulh Ceza ya Şirnexê kirin.

Dadgehê derbarê van 15 welatiyan de bi ser îdiayên “şahidê veşarî” biryara girtinê da û ew şandin Girtîgeha Tîfa T ya Şirnexê.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Şirnexê 15 welatî hatin girtin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *