Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Şirnexê bi navê “Eren dorpêç-Payîz-Zivistan-19” operasyoneke leşkerî dane destpêkirin.
Wezareta Karên Navxweşî bi daxuyaniyekê ragihand li herêma Besta ya ser bi Şirnexê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku li herêma Besta ya Şirnexê bi beşdarbûna 470 cendirmeyên hêzên taybet, polîsên hêzên taybet, komando û cerdevanan ku ji 39 tîman pêk tên, operasyona bi navê “Eren Dorpêç-Payîz-Zivistan-19” hatiye destpêkirin. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver