Li Taylandê erîşkarekî bi çek li dijî kreşekî zarokan êrîş pêk anî. Di bûyerê de zarok jî di nav de 32 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên berdest yên ji çapemeniyê hatine wergirtin, li bajarê Nong Bua Lamphu çekdarekî li hemberî kreşe zarokan êrîş pêk aniye. Di encama vê êrîşê de, hat diyarkirin ku 23 jê zarok bi giştî 32 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Midûrê Ewlekariya Taylandê Jakkapat Vijitraithaya derbarê êrîşê de agahî dan û got ku , êrîşkar piştî bûye çûye mala xwe û li vir piştî zar û hevjîna kuştiye, dawî li jiyana xwe anîye.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver