Li Tehranê civîna sêalî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bo tevli lûtkeya Tehranê ya sê alî bibe gihişt vî bajarî. Tê payîn Erdogan, li gel Serokê Rusyayê Putin û Serokkomarê Îranê Reîsî, vê êvarê bicive.

Cîvîna sê alî ya Tirkiye, Rusya û Îranê, ku tê gotin wê krîza Suriyeyê bê gotubêjkirin, li Tehranê dê rêve biçe. Li bendê ye Serokdewletê Rusyayê Putîn jî îro bigihije Tehranê.

Herwiha ji bilî lûtkeya sêalî, wê civînên dualî yên Erdogan-Putîn, Erdogan-Reîsî, û Putîn-Xamneyî bên encamkirin.

Erdogan dixwaze 30 kîlometreyan têkeve nava Suriyê

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan dibêje: “Ez cereke din radigihînim. Em niha diçin qonaxeke nû ya pabendbûna me bi çêkirina navçeya aram bi kûrahiya 30 kîlometre bi dirêjahiya sînorên me li başûr. Navçeyên Til Rifat û Minbic ji terorîstan paqij dikin.”

Li Tehranê civîna sêalî - Li Tehrane civina seali1

Welatên din nerazîbûn nîşan didin

Tevî hişyariyên navherêmî û nevdewletî, nêzîka du mehan dibe Tirkiye gefa êrîşkirina ser heremên Bakurê Suriyê dikin.

Ev helwesta Tirkiyê heta niha ji dewletên heremê piştgirî newergirtiye û nerazîbûn tên nîşandan.

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyn Emîr Ebdullahiyan jî dibêje: “Em dijî her êrîşeke serbazî ne li Sûriye, bi her hicetekê be. Her hewlekî didin daku rê li ber çêbûna operasyona serbazî bigirin û balê bikişînin ser çareseriya siyasî.”

Li aliyê din Suriye jî operasyonên Tirkiye wekî binpêkirina serweriya axa xwe û binpêkirina yasaya navdewletî pênase dike.

Rewşa dawî

Beriya niha jî Tirkiyê li nava xaka Suriye de operasyon dabûn destpêkirin û di encamê de sala 2016’an de dest danibû ser Cerabluus û Ezazê.

Her dîsa, ji destpêka sala 2018’ê Tirkiye û komên çekdar yên girêdayî wê li dijî heman hereman destbi operasyonêke nû kir û di sala 2019’an de Girê Sipî û Serê Kaniyê yên Bakurê Suriyê ket destê Tirkiyê.

Bi vê operasyona hanê ku Tirkiye dixwaze lidarbixe bajarên Suriyê Til Rifat û Minbîc bûne armanc.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tehranê civîna sêalî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *