Li Tetwana rengîn Newroz di bin baranê de hat pîrozkirin

featured
Newroza Tetwanê/MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Newroz li navçeya Tetwan ya Bedlisê di bin baranê de bi avayekî coş hate pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newroza Tetwanê li Qada Fûarê bi tevlibûna hezaran kesî hate lidarxistin. Gelê Tetwanê, bi cilên xwe yên rengîn ên kurdewarî qad xemilandin. Parlamenterên HDP’ê Şevîn Coşkûn û Celaded Gaydali û rêveberên HDP, DBP, Partiya Çep a Kesk beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahiyê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkûn di bernameyê de axaftinek kir û wiha got, “Silav li Mazlûm Dogan, Rahşan, Semayan be. Mixabin em îsal bi xema erdhejê Newrozê pîroz dikin. Dewletê li herên erdhejê xelkê bi tenê hişt. Dewlet tenê li dijî kurdan mezinahiya xwe nîşan dide û zext û îşkenceyê li kurdan dike. Em ê di hilbijartina pêşiya me de vê îktidara riziyayî biqewirînin. Ev îktidar dixwaze emre xwe bi polîtîkayên şerê li dijî kurdan dirêj bike. Bi salane li ser birêz Ocalan tecrîd tê birêvebirin. Em wek HDP’ê dibêjin, em ê ji bo jiyanek wekhev û azadî tecrîdê rakin û têkoşîna xwe bidomînin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Mahmût Celaded Gaydali jî axaftina xwe gel slav kir û wiha diyar kir: “Em tevî astengiya walî, emniyetê û şilî û tofanê jî li vir in. Her ew me asteng bikin jî lê me agirê Newrozê gur kir. Em ji qesr û qewraşên wan natirsin. Heta ku Dehaq hebin wê Kawayên şoreşger jî hebin.”

Dayikên Aştiyê û siyasetmedaran agirê Newrozê vêxist. Piştre hunermend Talat Yeşîl derket ser dikê û stranên xwe pêşkeş kir.  (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tetwana rengîn Newroz di bin baranê de hat pîrozkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *