Ji aliyê 1’emîn Dadgeha Sulh Ceza ya Enqereyê ve li ser daxwaza RTUK’ê malperên nûçeyan ên Amerikan’in Sesi (Dengê Amerîka) û Deutsche Welle (DW) li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Hate Her du malper bi biryara 1’emîn Dadgeriya Sulh Ceza ya Enqerê hatine astengkirin.
Hat diyarkirin ku Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) di 9’ê Sibatê de ragihandibû ku ji bo wergirtina lîsansê sê roj muhlet daye Amerîkan’in Sesî, DW Turkçe û Ewuronews Turkçeyê û gotibû ger lîsansê wernegirin dê malperên wan asteng bike.
Endamê RTUK’ê Îlhan Taşçi li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi gotinên “A ji te re azadiya çapemeniya û demokrasiya pêşketî!” bertek nîşanê biryara astengkirinê da.