Li Tirkiyeyê Rewşa Zimanê Kurdî

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Piştî ku şahînşahiya/împaratoriya Osmanî hilweşiya, li ser mîratê wê dewleteke unîter a Tirkan ji aliyê Kemalistan ve hate avakirin. Ev netew dewlet li ser esasê yek reng hate damezirandin. Komara Tirkiyeyê ya ku li ser bermahiyên împaratoriyê weke netew dewletekê hat avakirin, piştî avabûna xwe di nava demek kin de ji bo ku hebûna civakê ya piretnîk, pirolî, pir mezhebî, pirzimanî û pirçandî, ji holê rake, dest bi meşandina hin rêze polîtîkayan kir.

   Kemalistan pergalê komara xwe li ser înkara pirçandî, pirrengî û pirzimanî ava kir. Hemû reng û dengên erdnîgarî û etnolojiya Kurdan yê înkar kirin. Li hem ber van rengan politikayên zordar û dîjwar xistin meryetê. Hinek rêze qanûn bi lezgînî derxistin û xistin kardariyê. Xebat û çalekiyên Kemalistan bes li ser înkarkirinê dihatin meşandin. Ku Komara Tirkiyeyê ya ku bi Destûra Bingehîn a 1924’an bû xwediyê avahiyeke unîter, ji bo ku zimanên din ên li welêt ji jiyana giştî derxîne gelek hewl dan. Înkar, qedexe û sansûra hema hema li ser hemû jiyana giştî, bi taybetî jî li ser Kurdî, ji aliyê rejîma Kemalîst ve hat kirin.

   Bi gelek biryarên ku ji aliyê meclîsên parêzgeh û şaredariyan ve hatin girtin, ji bo kesên ku bi Kurdî diaxivin, cezayê pere û cezayê girtîgehê ket meriyetê. Biryarên meclîsê, dibistan, nexweşxane, şaredarî, dadgeh, girtîgeh û hwd. Li gel saziyên giştî, li bazar, , kolan, qehwexane, ango li her derê jiyana rojane destûr neda axaftinê zimanê zikmakî û Kurdî tenê li malê hişt. Helbet ev deklerasyoneke navdar e ku hemû biryarên “qanûnî” û herêmî yên di derbarê zimanê Kurdî de di nav Kurdan de zêde bertek nabînin û zimanê Kurdî tevî hemû înkaran jî bi awayekî berfireh hebûna xwe didomîne.

   Bi qebûlkirina Destûra Bingehîn a sala 1924’an re Kurd û Kurdî hatin paşguhkirin û Kurd weke ‘Tirkên Çiya’ û Kurdî jî weke ‘Zaravayekî Tirkî’ hatin avêtin. Aşkera ye, hem di Destûra Bingehîn a 1924’an de qebûlkirina zimanê Tirkî wekî tekane zimanê fermî û hem jî di di Destûra Bingehîn de balkişandina ser Tirkîbûna herkesî, bi boneya ji holê rakirina zimanên din ên ji bilî Tirkî bûye stûnek sereke. Ji bo kesên ku ji bilî Tirkî bi zimanekî din diaxivin ji ber ku li dijî ‘Qanûna Çareseriyê û Qanûna Îdareya Parêzgehan’ derdikevin jî ji ceza lê dihatin birin. Ku zimanê Tirkî hinî her kesê bikin û were belav kirin dest bi xebat , tevgeran dikirin.“Welatî, bi Tirkî bipeyive!” ji aliyê Komeleya Xwendekarên Fakulteya Hiqûqê ya Darulfunun ve di 13’ê Çileya 1928’an de hat destpêkirin. Ev kampanya di warê tepeserkirina zimanê Kurdî de jî qonaxeke girîng bû. Armanca vê kampanyayê belavkirina Tirkî bû, bi zorê li civakên nemisilman û ên ku zimanê wan ne Tirkî ye, li cihên giştî bi Tirkî biaxivin.

   Piştî darbeya 27’ê Gulana 1970’yî, Serokkomar Cemal Gursel bi gotina ‘Neteweya bi navê Kurd tune ye’ û ‘Kesê ku bêje ez Kurd im bila tif li rûyê wî bike’ zextên li ser Kurdan û zimanê Kurdî zêde kir. Di sala 1961’ê de bi piştgiriya dewletê Enstîtuya Lêkolînê ya Çanda Tirk hate damezrandin û di kovar û pirtûkên ku ji aliyê vê enstîtuyê ve hatin çapkirin de, nîqaşa ku bi navê ‘Kurd neteweyek tune ye’ û ‘Zimanê Kurdî jî yek ji zaravayên Tirkî ye’, hatine birêve birin.

   Di xala 16’emîn a Qanûna Nifûsê ya jimara 1587’an de ku di 5’ê Gulana 1972’an de hat derxistin de xala ‘Navên ku li gorî çanda me ya netewî, rêgezên exlaqî, orf û edetên me ne, yan jî zirarê didin gel’ kete meriyetê û bi vî avayî rê li ber qedexekirina navên Kurdî yên zarokan vebû.

   Di Destûra Bingehîn a sala 1982’an de ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî hat qebûlkirin, bi xala “Zimanê (dewletê) Tirkî ye”Cara ewil qedexeya zimanê zikmakî ket destûra bingehîn. Xalên Destûra Bingehîn: “Her zimanê ku bi qanûnê qedexe ye, nikare di îfade û weşandina ramanan de bê bikaranîn”, “(…) li saziyên perwerde û hîndekariyê ji welatiyên Tirkiyeyê re ji bilî Tirkî tu zimanek wekî zimanê dayikê nayê hînkirin û hînkirin.”, “Her kesê ku bi hemwelatîbûna xwe bi dewleta Tirk ve girêdaye Tirk e.” Hem Kurdayetî û hem jî Kurdîtî înkar kir. Bi awayekî zelaltir, gotarên navborî bi tu awayî destûr nedane hînkirina Kurdî.

   Zimanê me di pêvajo û astên cûr bi cûr de borandine. Şirove û dahûrandinên li ser van pêvajoyan bes in. Li Tirkiyê di nava Kurdan de du zaraveyên Kurdî têne axaftin; Kurmancî û Dimilî ango Zazakî. Lê zaraveya Kurmancî pirtîrin tê axiftin. Lê herdu ziraveyan nesibê xwe ji bişkivandin,zor,sansûr û sitemkariya Kemalistan wergirtiye. Kurmancî li gorî dimilkî pirtirîn li hember politikayên bişkivandina Kemalistan xwe stare kiriye û xwe parastiye. Kemalistan li hember bişkivandina Kurdî politikayên dem dîrêj armanç kiribûn. Bi qanûnûn û rêziknaman axiftina Kurdî li raya giştî, kolanan li her derê jiyanê kiribû qedexe. Ne dihişt zimanê Kurdî li çi deran hilmê bistine. Zimanê me roj bi roj, hêdî hêdî difetisand û zimanê Tirkî lêcih dikir. Kemalistan dizanî heta ew zimanê gelê Kurd tunenekin nikarin bigihin armança xwe û polîtîkayên Tirkkirina Kurdan nekarîn bigihêjin armanca xwe. Ji ber van sedema gav bi gav li her derê Kurdî qedexe kir. Heke pergalek bi xwaze gelekê tune bike û nikar bike. Divê ewîlî zimanê wî gelî tune bike. Heta ziman neyê tunekirin çi pergal û serwer nikarin gelekê bişkivinin. Kemalistan ewilî dest avêt zimanê me. Bi qanûnûn , rêziknaman kar û xebatên belavkirina zimanê Tirkî li heremê dane destpêkirin. Çand, ziman , torên kurdan qedexe kirin û qaşo li ser navê hemdemiyê çand ,ramanên Kemalizmê û Tirkî li ser Kurdan kirin serwer. Dixwaztin Kurd ji zimanê xwe şerm bike. Fêrî zimanê wan be. Ji bo vê armançê ji gelek seferberî danê destpêkirin. Di navbera salên 1926 -1929 de seferberiya Tirkî bikar bîne, baxive,binivîse dane destpêkirin. Yê ne dipeyvî ceza digirt. Kurd bêgav dihiştin ku bi Tirkî baxivin. Li ser vê bingeha bişkivandinê saziya zimanê tirkî sala 1934 (TDK) hate avakirin. Li gorî politikayên Kemalistan ên fermî li hember Kurdî kete nav liv û tevgeran. Ji bo bişkivandina zimanê Kurdî hemû rêpîvanên sincî û wijdanî binpêkirin. Gotin Kurdî ne zimane, Kurdî ziraveyekî tirkên çiyayî ye. Sansûr , zixt û bişkivandinên li ser zimanê Kurdî êdî ji vê saziyê derdiketin. Kemalist bi hemû hêz , saziyên xwe ve êrîş dibirin ser zimanê me. Di demê Ataturk de seferberiya hemwelatî Tirkî (Welatî bi Tirki bi axive-vatandaş Turkçe konuş) baxive dabû destpêkirin. Jixwe Kurdî axiftin li saziyên fermî qedexe û sedema ceza girtinê bû. Ku şoreşa xwe bigihinin armançê , netew dewletekê ava bikin, diviya Kurd û Kurdî bikin Tirk. Tirkirina Kurdan bi tunekirina kurdî ve girêdayîbû. Heta Kurdî tunebe nedikarin Kurdan bikin Tirk û netewa Kurdan ji holê rakin. Gelek ferman komkujî bi ser Kurdan de anibûn. Lê negihiştibûn armança xwe. Vêcarê tunekirina Kurdî kiribû armança xwe. Seferberiyên belavkirina Tirkî xistibûn meryetê û tevgerên cûr bî cûr li ser Kurdan , jinên Kurd dabûn destpêkirin. Wekî hemwelatî Tirkî baxive, Tirkî bikarbîne,baxive,binivîse,dê û keç destê hev diçûn dibistanê, kardelen hwd. Lê van tevgerên wan çi encam nedan. Negihiştibûn armanç û daxwazên xwe. Kurdan li gund, bajar û malên xwe de Kurdî parastibû û ragihandibû nifşên nû. Her çi qas zimanê kurdî dibin aşûta kemalista û 12 ilonê de mabe jî, dîsa dapîr û bapîrên me zimanê kurdî bi hemû hêz û bawerî stare kiribû û fêrî zarokên xwe dikirin. Zarokên xwe bi zimanê zikmakî mezin dikirin. Nifşê ji bayê bişkivandinê parastin , dikirin xwedî hişmendiyeke kurdî. Dizanin ku Kurd in , xwedî ziman in. Bi riya zimanê Kurdî mîratê Kurdewerdî jê re dihişt. Ji bandora bahozê dewleta Tirkan zimanê Kurdî pêşdixist û bûbûn stargeh , parazvanên Kurdî. Nehiştin kemalist bi riya ziman Kurdan qir bikin û bikin tirk. Politikayên wan yên ji bo tirkkirina kurda bêbandor dikirin. Hiş û mejiyên zarokên xwe bi rêzimana kurdî û zimanê zikmakî ava dikirin. Ji ber dijminê tund , xedar nedanî , xwedî li zimanê xwe derketin. Bi saya serê dapîr , bapîrên me em hinî kurdî bûn. Wan Kurdî hînî me kir.

   Lê di erdnîgariya Kurdî de piştî sala 1980 -1990 î ​​rêjeya zanîn/hînbûna zimanê Kurdî ya nifşên nû bi lez û bez kêm bû, ji ber leza nûjenbûn, bajarîbûn, xwendingeh, xwendin û nivîsandin, koçberiya gund bi bajar, şewitandin/valkirina gundan û belavbûna medyayên girseyî yên wekî televîzyon, radyo, rojname û înternet û ev jî wek rastiyeke cuda li pêşberî me radiweste. Piştî salên 90 tê gelek gund hatin valekirin û li bajêran cih bûn. Di van salan de teknik , zanist û amûrên ragihandinê pêşketin. Gelek kanalên televizyonan vebûn , giranahî da belavkirina zimanê tirkî. Bi riya filimên karton zimanê xwe fêrî zarokên me kirin. Zimanê Tirkî bi riya televizyon , kompitira , filim , filimên karton ketin nav malên me. Aliyê din dewletê giranahî , giringî da ser perwerda keçên Kurdan û fêrî zimanê Tirkî kirin. Gava dayik hîn kirin zimanê Tirkî , vêca hêsan bû ku zarokên wan fêrî zimanê Tirkî bin. Keçên Kurdan bi navbirvana sazî , komelên qaşo sivîl perwerde kirin. Armança perwerda wan hînkirina Tirkî bû. Bi riya van sazî , komel û cemaeta singê xwe da keçên kurdan û dayikên pêşîrojê ji Kurdî , kurdewariyê dûr xistin. Zimanê zikmakî di kesayetiya keçên Kurdan de kuşt , zimanê wan yê zikmakî bû Tirkî. Keçên Kurdan li mala xwe zimanê biyanî kir zimanê dayikê , kurdî hînî zarokên xwe nekirin. Pêşeroja me kor , lal , ker kir. Zarokek heke ji dayika xwe zimanê xwe yê zikmakî hîn nebe. Ew zarok bi zimanê serdestan mezin dibe. Ji rastî ya netewa xwe dûr dikeve. Ji taybetiyên cîvak û netewa xwe bêpar dimine.  Li gorî Prof. Dr. Golkarian, yek ji mijarên ku bi pêşketina zimannasiyê re derketiye holê, bandora zimanê dayikê ango zimanê yekem li ser ferd e. Dema ku kesek bi zimanekî din dest bi hînbûnê dike, ji aliyê zimanî, morfolojîk û fîlolojiyê ve û ji aliyê peyva zimanê yekem ve di bin zexta bandorên neyînî de ye. Fikirandina bi zimanê dayikê, lê axaftina bi zimanê duyemîn, ferd di têgihiştin û refleksa zanîstî de jî bêkêmasî dike.  Zarokek heke bi zimanê zikmakî mezin nebe , bingehên hiş û mejiyê wî li gorî zimanê serweran dirûv digire. Taybetmendiyên netewa xwe nagire , li gorî taybetmendiya netewa serwer ruh , giyan û hişmendiya wî teşe digire. Bi zimanê wan difikire , diaxive û dinivîse. Hemû pêwendiyên xwe li gorî zimanên serdestên xwe didane. Ji esl û feslê dûr dikeve , tê bişkivandin.

     Li heremê rewşa zimanê me ketiye rewşek xeter. Êdî zimanê Kurdan yê zikmakî bûye Tirkî. Zarokên Kurdan ewîlî ji dayikên xwe zimanê Tirkî hîn dibin. Ji xwe li her malekê televizyon , internet heye. Bandoreke mezin li zarokên me dike. Heroj bi riya karton filima zarokên me hînî zimanê biyanî dibin. Ev têra nake vêca dayik û bav tirkî zarokên xwe mezin dikin û bi zarokên xwe re tirkî dan û standinê didanin. Henek û leyîstoka bi tirkî li gel zarokên xwe didanin. Bi rûmet , fors têkiliya bi zimanekî biyanî li gel pêşeroja xwe didanin. Bi cahîlî û nezanî radibin hiş û mejiyekî biyanî di mejiyê zarokên xwe de ava dikin. Bi rêzimanek biyanî mejûyê zarokên xwe dişûn û wan dibişkîvinin. Zarokên wan nikarin tîpên zimanê xwe bi lêv bikin. Nikarin bi zimanê xwe bifikirin û bi zimanê zikmakî hilber û behremend bin. Ji aliyê zimanê xwe seqet û qels dibin.

   Li heremê her malbatek ya bûye saziya bişkivandina kurdî. Jînên Kurd û dayikên Kurd bûne kujêrên zimanê zikmakî. Sad mala pênç mal li gel zarokên xwe Kurdî dipeyvin. Helwestek nezan li hember ziman heye. Zimanê Kurdî hînî zarokên xwe nakin. Wan fêrî bi Tirkî dikin , hişmendiya zimanê Kurdî di aqil û mejûyê wan de nadin sazkirin. Hindî ji destê wan tê ji zimanê netewa wan , wan dûr dixin. Hînî her tiştê netewa serdest dikin. Çi qenciyê ji bo zimanê xwe nakin. Ji bo zimanê serwerên me zarokên xwe amade dikin. Li kolan û gundan malbat , tevahî Tirkî diaxivin. Mirov kêm rastî kesên Kurdî dipeyve tê. Gava zarokek an ji kesek Kurdî axifî ji gelek kesan re sosret tê. Qey tu dibêjî ev der ne welatê Kurdane. Ev der cihek biyaniya ye. Li vir hişmendiya ziman pir kêm e. Sedê kêmbûna hişmendiya Kurdan nezanin , cahîlî û pût pê danina zimanê Tirkî ye. Xwezîpêanina gelê Kurd ji taybetiya wan ya bindestiyê tê. Gelên bindest pir pûtê bi ziman û çanda serwerên xwe didin. Ji zimanê xwe direvin , xwe diavêjin paşila zimanê serdestên xwe. Ji çand , ziman û netewa xwe şerm dikin, lê xwezxwezên çand , zimanê  dijminên xwe ne. Ji ber van sedeman zarokên kurdan ji aliyê bav , dayikên wan ve tên bişkivandin. Nifşê nû ji aliyê dayikên hatine bişkivandin tên mezinkirin. Zarokek li bal dayikê mezin dibe. Vêca dayika ku zimanê  zikmakî nizane dê çawa zimanê netewekê biparêzê û bigihîne nifşên nû.  Neteweke zimanê xwe ne parêze , ranegihine nifşên nû , ew netew dê di nav bayê bişkivandinê de pûç be. Nikare xwe di nav netewên cihanê de bide xuyakirin û sinorên zimanê xwe diyar bike. Heke di netewekê de zarok li ba dayik , bavan , malbatê û li kolanên bajarê lê mezin dibe hînî zimanê netewa xwe nebû ,wê çaxê ew cîvak mehkûmî bişkivandin û tunebunê ye. Îro rewşa Kurdan wisa ye. Belê li bakûr tekoşînek heye , lê mixabin zimanê kurdî berze ye. Zimanê Kurdî li bakûr pêşnakeve. Nabe zimanê şoreşa wan. Zimanê siyaset , têkilî û rêxistinên wan Tirkî ye. Ha herî xeter û balkêş êdî zimanê zikmakî yên zarokan Tirkî ye. Heke di nav netewkê de zarok ji aliyê dayikê ve hate bişkivandin , hînî zimanê serweran kir û zimanê serdestan bû zimanê zarokan ê zikmakî. Ew netew xêrê ji xwe nabîne. Zarok Kurdî ‘Anlamiş dikin’ û nikarin ‘Konişmiş’ bikin. An ku rewşa Kurdî û netewa Kurdî di xeterê daye.

       Mehmet Gur

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Tirkiyeyê Rewşa Zimanê Kurdî

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *