Li Wan û Bedlîsê gelek rê ji ber berfê hatine girtin

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Wan û Bedlîsê ji ber berfê rêya 163 gund û taxan hat girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyand ku li bajêr ji duh va berf dibare û ev jî di qada çûn û hatinê da dibe sedema zor û zehmetiyan.

Li Wan û Bedlîsê gelek rê ji ber berfê hatine girtin - Li Wan u Bidlise gelek re ji ber berfe hatine girtin 2

Li bajêr ji ber berf û pûkê rêya 83 tax û goman hatiye girtin û ekîbên rêvekirinê li ser kar in.

Rêya di navbera Wan-Miksê de jî ji berf û talûkeya aşûtê hat girtin û rewşa hewayê çawa baş bibe jî wê xebatên rêvekirinê dewam bikin.

Li Colemêrgê jî ekîbên rêvekirinê li ser kar in û rêyên ku berfê lê kiriye paqij dikin.

Li Wan û Bedlîsê gelek rê ji ber berfê hatine girtin - Li Wan u Bidlise gelek re ji ber berfe hatine girtin 1

Li herdu bajaran jî rê û peyarê tên paqijkirin û zarokên ku dawiya hefteyê naçin dibistanê jî di nav berfê da kêf dikin û dileyîzin.

Li Bedlîsê jî rêya 80 gundan ji ber berfê hatiye girtin. Midûrê Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajarê Bedlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku ji ber berfê li bajêr rêya 80 gundî hat girtin.

Kurtkan got ku ji bo vekirina rê ekîp li ser kar in û xebatên xwe didomînin. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wan û Bedlîsê gelek rê ji ber berfê hatine girtin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *