Hat ragihandin ku li Wan û du bajarên din bi hinceta ‘PKK’ê operasyonek hatiye lidarxistin û derbarê bi dehan kesan de biryara desteserkirinê hatiye dayîn.
Li gor agahiyan li Wan, Stenbol û Muglayê vê sibê, ekîbên polîsan bi avayekî hemwext gelemperî bi ser 12 navnîşanan de girtine. Di encama serdagirtinên malan de hat ragihandin, dehan kes bi hinceta ‘Têkiliya wan bi PKK’ê heye’ hatine desteserkirin.
Hat hînbûn, operasyona ku navenda wê Stenbolê hê jî berdem e û weheye hejmara desteserkirinan zêde bibe.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver