Li gor agahiyan ekibên Midûriyeta Ewlekariya Wanê, di çarçoveya xebatên qaçaxçitiya penaberan de li Taxa Karşiyakayê bi ser malekê de girtin. Di operasyonê de 35 penaberên Afxanî û qaçaxçiyek hatin desteserkirin.
Penaber ji îdareya Koçberiyê ya Bajêr re hatin veguhestin.
Herwiha, li Wanê ji 8 kesên ku beriya niha bi hinceta qaçaxçitiya penaberan hatibûn desteserkirin, 5 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver