Van Haber-Li Wanê, 59 qaçaxçiyên koçberan ku hatibûn desteserkirin, 37 ji wan hatin girtin.
Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku li Wan û navçeyên wê 59 qaçaxçiyên koçberan ên ku derbarê wan de biryara girtinê hebû, hatine desteserkirin.
Wezîr Yerlikaya wiha berdewam kir: “Fermandariya Cendirmeyan a Wanê ji bo girtina qeçaxçiyên koçberan ên ku derbarê wan de biryara girtinê hebû operasyonek li dar xist. Di operasyonê de 59 qeçaxçiyên koçberan hatin girtin.”
Yerlikaya her wiha da zanîn ku ji van 59 kesan 37 kes hatine girtin û derbarê 22 kesan de jî biryara kontorla edlî hatiye dayin.
Serhat News