Li Wanê, di encama serdagirtina malan de 4 welatî bi hinceta “PKK’ê” hatine desteserkirin.
Midûriyeta Ewlekariyê ya Wanê ragihandiye ku di navbera 9 û 15’ê Çile de di çarçoveya lêpirsînên “PKK/KCK”ê de operasyonek hatiye lidarxistin.
Midûriyetê eşkere kiriye ku di encama operasyonê de 4 kes hatine desteserkirin.
Hat ragihandin ku kesên desteserkirî bo lêpîrsînê ji Midûriyeta Ewlekariyê re hatine veguhestin.
Navê welatiyên ku hatine desteserkirin, nehatiye diyarkirin (Rûdaw)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver