Hat ragihandin ku li Wanê ji 17 gumanbarên kaçaxçiyên koçberan 6 kes piştî muameleyên fermî hatin girtin.
Midûriyeta Ewlekariya Wanê ragihand ku di navbera 17 û 23’ê Cotmehê de li hemberî kaçaxçiyên koçberan 8 operasyon pêkanîne û di encamê de bi vê hincetê 17 kes hatine desteserkirin.
Midûriyet destnîşan dike ku piştî muameleyên fermî ev kes derxistinê pêşberî dadgeriyê û ji 17 kesan 6 kes bi hinceta “Qaçaxcîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” hatine girtin.
Her wiha hat ragihandin ku du wesayîtên ku di vî karî de hatine bikaranîn jî hatine desteserkirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver