Li Wanê 7 jinên sîyasetvan û aktîvîst jiber bangawazîya xwepêşandan hember betalkirina Peymana Stenbolê hatin darizandin.
Rûniştina dozê ya destpêkê îro Sêşemê bi beştarbûna 7 sîyasetvanên Kurd pêk hat ku yek jî wan Ceyda Dundar ji zîndana Tîpa T ya Wanê bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) beştarî dozê bû.
Dozgerî îdia dike ku van 7 jinan di 10 Nîsanê de bi bagawazîya xwepêşandan hember batalkirina Peymana Stenbolê “Gel ber bi kîn û dijminahîyê ve kişandine” tên suçdar kirin.
Herwiha hat îdia kirin ku jinên tên darizandin li ser medya civakî baga xwepêşandan kirine û bi vê yekê li hember qedexeya xwepêşandanan ya Walîtîya Wanê jî hatine.
Endama Meclîsa Bajarvanîya Bajarokê Tuşbaya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Mînaz di parastina xwe de îdiayên dozger red kir û anî ziman ku ew li hember tundîya dijî jina derketine.
“Me mîna her derê Tirkîyê xwest derketin kolanan û hember batalkirina Peymana Stanbolê mafê xwe yê demokratîk bikar bînin. Lê tenê li hember me jinên li Wanê doz hat vekirin. Ev jî dide nîşandan ku naxwazin jinên nêzî HDP’ê çî çalakîyan bikin.”
Piştî parastina jinan, wek şahidên çalakîyê du hêzên ewlekarîyê ku di wê rojê de pêyvirdarbûn gotin ku wan li gor qedexeya Walîtîya Wanê xwepêşandan asteng kirinê û çî çalakî pêk nehatîye.
Parêzer Ekîn Yeter jî gotinên her du polîsan bîr xist û got ku eger çî çalakî pêk nehatibin çawa dibe 7 jîn bi binpêkirina bîryara qedexeya Walîtîya Wanê tên darizandin?
“Jiber ku li Wanê ev 4 sal û 6 meh in, qedexeya xwepêşanan hene, em rastî gelek darizandinên bi vî şiklî tên û hemî jî bi beratê hatin encamdan. Ev jî careke din nîşan dide ku walîtîya Wanê qanûnên bingehîn binpê dike.”
Dadgehê, piştî guhdarkirina parastinê, rûniştina dozê heta 17ê Adara 2022’an paş xist.
Endama Komala Starê Rojbîn Bor, piştî rûniştîna dozê got ku ew di nava bangawazî û xwepêşandanê tunebû lê dîsa jî derheqa wê de doz hatiye vekirin.
Rojbîn Bor ku di nava 20 mehan de derheqa wê de 30 lêpirsîn hatine vekirin, dibêje ku mîna vê dozê tim dixwazin li hember jinan, sazîyê sîvîl û HDP’ê astengîyan derxînin.
Hêjayî gotinê ye ku Peymana Stenbolê di 2011’an de li bajarê Stenbola Tirkîyê, ji alîye 45 welatan û YE ve hatibû îmza kirin. Li gor peymanê, welatên îmzavan vê peymanê, di sîstema xwe ya dadwerîyê de bi cîh bikin da ku mafên jin û zarokan werin parastin.