1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Li Wanê çapemeniya alîgirê desthilatê, VASK’î kiriye armanç

Li Wanê çapemeniya alîgirê desthilatê, VASK’î kiriye armanç

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Malpereke înternetê ya li bajêr ku wekî alîgirê desthilatê te nasîn, Midûrê Giştî yê Îdareya Av u Qanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) armanç girt. Nivîsa hatiye weşandin, di navbera Rêxistina AKP’ê ya Bajêr û qadroyên kayum de rê li ber şîroveyên wekî ‘Şerê desthilatê’ vekiriye.

Midûrê Giştî yê VASKÎ’yê beriya niha bi dayîna pereyekî zêde yê reklamê bo van malper û rojnameyên ku tê gotin nêzi desthilatê ye hatibû rojevê, niha bûye armanca vê malperê.

Bi taybet malpera Van Hakîmiyet ku wekî nîzî Rêxistina AKP’ê ya Wanê tê zanîn, li ser Midûrê Giştî yê VASKÎ’yê Ulker Cem Kaplan, nivîsek weşandiye. Ev cara ewil e ku çapemeniya desthilatê li hemberî VASKÎ’yê nivîsek wiha diweşîne. Di nûçeyê bi sernav ‘Vê carê jî rojnamevanî tehdît dike’ hatiye weşandin de wiha tê gotin, “Wekî ku tê zanîn Midûrê Giştî yê VASKÎ’yê çav li rêye ku ji aliyê Waliyê Wanê Dr. Ozan Balci ve demildest van rojan ji peywirê bê girtin. Biryara derheqê wî de wê bê girtin niha bûye mijara mereqê. Zimanê tehdîdê, karê kesên ku bêhêzin! Em wekî koma Çapemeniyê ya Van Hakîmyetê ji ‘Hevpîşeyê xwe Oktay Yildirimoglu’ re derbasbûyînê dixwazin û Midûrê Giştî yê VASKÎ’yê Ulker Cem Kaplan jî ji ber vê kiryarê şermazar dikin.”

Li bajêr herî zêde VASKÎ piştgiriyê dide çapemeniya desthilatê!

Midûriyeta Giştî ya VASKÎ’yê piştî diyarkirina qeyum tenê rojnamevanên nêzî desthilatê gazî daxuyaniyan dikir. Butçeya VASKÎ’yê ya reklamê jî piranî diçe van saziyên çapemeniyê yên alîgirê desthilatê. Ev jî her tim li bajêr bûye mijara nîqaşan. Tevî van yekan ev helwesta çapemeniya nêzî desthiltê wekî hewldanên Rêxistina AKP’ê bo ji durxistina kar a Midûrê Giştî yê VASKÎ’yê tê şîrovekirin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê çapemeniya alîgirê desthilatê, VASK’î kiriye armanç
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *