Li Wanê, ku her sal ji hejmarek zêde geştiyarên Îranî re malovaniyê dike, dikandaran bo ku eleqeya Îraniyan baştir bikişînin, tabelayên Farisî daliqandine.
Di van demên dawî de li Tirkiyeyê bandora krîza aborî li her derê xwe dide hîskirin. Yek ji cihên ku bandora krîzê hîs dike jî başarê Wanê yê. Li Wanê bi saya Deriyê Sînor ê Kapikoyê ku li Navçeya Qelqeliyê ye ev rewşa neyînî biçek jî be ber bi başiyê ve diçe. Ev deriyê ku di navbera Tirkiye û Îranê de ye bo gelê Wanê hem di aliyê bazirganî, hem jî aliyê geştiyariyê de bûye çavkaniyek aborî. Li gor, daneyên Wezareta Bazirganiyê îsal, ji meha Çile heta Tebaxê 718 hezar û 424 rêwî ji vî derî derbas bûne. Van rojan, piştî ku qeştiyarên Îranî vegeriyan welatê xwe hatin çûn jî kêm bûye.
Bi sedema bo baştirîn eleqeya geştiyarên Îranî bê kişandin dikandarên li Wanê tabelayên Farisî daliqandine. Hima bêje niha li bajêr ji sedî 80 tabela Farisîne.
Dikandarên ku bi saya geştiyarên Îranî heyamek baş derbas kirine, destnîşan dikin ku piştî çûyîna Îraniyan cîroya wan ji sedî 90 daketiye jêr.
‘Restorana me vala ma ye’
Dikandarê bi navê Ferdî Rençber ê ev 15 sale di restorana xwe de esnafiyê dike got ku piştî vekirina deriyê sînor di karê wan de ji sedî 90’i zêdebûn çêbûye. Wî got, “Çavkaniyek herî giringtirîn ya aboriya Wanê, geştiyarên Îranî ne. Ev tabelaya li ser derî jî bo geştiyarên Îranî me daliqandiye. Beriya van tabelayan me pir zehmetî dikişand heta em ji geştiyaran re tiştek bêjin. Bi vê sayê karê me pir hêsan bûye.”
‘Dema Îranî li vir karê me pir baş diçe’
Esnafekî ku tabelaya Farisî li ser dikana xwe daliqandiye jî Recep Denîz e. Denîz ev 16 sale di dikana xwe de kincan difiroşe û dibêje: “Dema ku Îranî li vir bin karê me pir baş diçe. Vê havînê jî karê me pir baş çû. Piştî çûyîna wan karê me pir kêm bûye. Em bo ku eleqeya Îraniyan baştir bikişînin, van tabelayan bikartînin. Ez hinek jî fêrî Farisî jî bûme. Hebûna geştiyarên Îranî ji vir heta Stenbolê zindîbûnekî dide piyasayê.”
‘Xebatkarên me yên Îranî jî hene’
Sînan Yeşîlgoz, xwediyê kafeyekî ye û wî 6 meh beriya niha ev kafe vekiriye. Ew dibêje ku heyamek geştiyariyê baş derbas kirine û wiha domand: “Ev hefteyeke biştî çûyîna geştiyarên Îranî karê me pir kêm bûye. Îranî bo kêfê tên vê derê. Ger Îranî nebin ji sedî 80 dikan wê bên girtin. Yê din jî jixwe xwediyê milkine, ew dê bimînin.” Yeşilgoz, her wiha destnîşan kir ku bo geştiyarên Îranî wan ev tabela daliqandine û her wiha bo mêvanên xwe menuaya Farisî jî amadekirine.
Xwediyê acenteya geştiyariyê Semîh Kaya ku ev 12 sale li vir dixebite, dide zanîn ku ji ber krîza aborî ketine di nava rewşek pir kambax de û piştî vebûna Deriyê Sînor yê Kapikoyê karê wan êdî ber başbûnê ve diçe. Kaya ku tevahiya tabelayên xwe yên li ser deriyê acenteyê bi Farisî nivîsiye wiha dibêje: “Ev du sale min hemû tabelayên xwe bi Farisî nivîsîne. Geştiyarên Îranî tesîrê li ser hemû sektoran dikin. Bi boneya ku bihayê bilêtên balafiran hem kêmin hem jî pir buhane, niştecihên Wanê piranî bi otobusan diçin bajarên din. Ji ber vê çendê em herî zêde bildan didin geştiyarên Îranî. Bi saya tabelayên Farisî bikirên me yên Îranî zutirîn me ferq dikin. Piştî çûyîna van geştiyaran karê me pir kêm bûye.”
Serhat News
(lg)