Li Wanê ji koçberan re perwerdehiya ‘Hînbûnê’ tê dayîn

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hejmarek zêde mirov ji ber pêkutiyên rejîma Îranê û Talîbanê ji Îran û Efxanîstanê bi neçarî ji Tirkiyeyê re koç dikin. Ev koçber piştî têne Tirkiyeyê di warê ziman de bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Li Wanê di vê çarçoveyê de Komeleya Astengdêrên Bihistinê û Malbatên Wan perwerdeya xwendin û nivîsîna Tirkî dide koçberan.

Komeleya Astengdêrên Bihistinê û Malbatên Wan di sala 2007’an de li Wanê hatiye avakirin. Komeleyê heta niha bo koçberan hin proje pêkanîne. Herî dawî komeleyê bi armanca hinkirina xwendin û nivîsînê ya Tirkî projeyek nû daye destpêkirin. Piranî jinên koçber yên ji Efxanîstanê tevli vê perwerdehiyê dibin. Pisporê Xizmetên Civakî û Sosyolog Mesut Yildirim Çakar, ev 3 sale di komeleyê de peywir digire.

Li Wanê ji koçberan re perwerdehiya ‘Hînbûnê’ tê dayîn - van dil kursu afgan iran 4 1024x576 1
Mesut Yilidirim Çakar

Çakar derbarê xebatên xwe de ev agahî dan: “Piranî em xebatê bo komên astengdêr dimeşînin. Her wiha em piştgiriya derûnî û hiqûqî jî didin wan. Ji bilî vê koçberên ku têne vê derê jî perwerdeyê dibînin. Jinên ku rastî tundiyê hatine jî dema serî li me didin, em wan a arasteyî saziyên peywirdar dikin. Gelemperî Îranî û Efxanî têne qursa me. Niha 27 qursiyerên me hene. Bi rêya wergerwanan ew bi wan re têkilî çêdikin.”

Li Wanê ji koçberan re perwerdehiya ‘Hînbûnê’ tê dayîn - van dil kursu afgan iran 2 1024x576 1

Çakar, derbarê nêzîkatiya civakê ya li hemberî koçberan de jî wiha axivî: “Divê em li hemberî wan hêstiyar bin. Ev koçber ji welatên me yên cîran hatine. Çanda Efxaniyan ne dûrê me ye. Divê em baş nêzî wan bibin. Bi çavên cuda meyze wan nekin. Ew piranî gazindeyan ji ber helwesta civakê dikin.”

Qursiyera bi navê Xatîbe Heseniestem ku salek beriya niha ji Efxanîstanê hatiye Wanê jî dide zanîn ku di warê ziman de ew astengiyê dibîne û wiha berdewam dike: “Ji ber ku min ziman ne dizanî, ez hatime vê derê. Eleqeya min ji sporê re pir heye. Ez dixwazim biçim spor bikim. Ez ji ber pêkutiyên Talîbanê bûme koçber. Li wir jin nikarin jiyan bikin. Li vir nêzîkatiya mirovan li hemberî me pir başe. Ez her serê sibê bi dilxweşî dest bi rojê dikim.

Li Wanê ji koçberan re perwerdehiya ‘Hînbûnê’ tê dayîn - van dil kursu afgan iran 6 1024x576 1
Xatîbe Heseniestem

Jina Efxanî ya bi navê Şukufe Şahamat jî salek beriya niha ji ber pêkutiyên Talîbanê bi rêyên deryasayî hatiye Wanê û niha bi hevjînê xwe re jiyana xwe li vir didomîne.

Şahamat serpêhatiya xwe wiha rawe dike: “Li vir pirsgirêka me ya sereke, ziman e. Ji ber tunebûna ziman, em nikarin li marketan danûstandinê bikin. Her wiha bo ku em nikarin derdê xwe bilêv bikin, di nexweşxaneyan de jî em rastî pirsgirekan tên. Ez bi rêya hevalekî xwe ji vê komeleyê agahdar bûm. Ji bo hînê ziman bibim, ez hatime vê derê. Ez gelek kêfxweşim. Tekane daxwazim ew e ku welatê min cardin vegere ser rewşa xwe ya berê û şer bi dawî bibe.”

Li Wanê ji koçberan re perwerdehiya ‘Hînbûnê’ tê dayîn - van dil kursu afgan iran 7 1024x576 1
Şukufe Şahamat

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Wanê ji koçberan re perwerdehiya ‘Hînbûnê’ tê dayîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *